Welatiyekî Kurd li Reqayê hate revandin

Welatiyekî Kurd li Reqayê hate revandin

Welat TV - Hewlêr

Welatiyekî Kurd li bajarê Reqayê ji aliyê kesine nenas ve hatiye revandin û çarenivîsa wî ne diyar e.

Jêderên xwecihî da zanîn ku beriya 2 rojan, roja Sêşemê bi şev, grûpeke rûnuximandî welatiyê Kurd ê bi navê Arif Bozan li Reqayê revand.

Li gorî jêderan, îro otombîla Arif li nêzîkî pompên ava Kerame li rojhilatê Reqayê hat dîtin û çarenivîsa wî hîn ne diyar e.

Arif Bozan ji gundê Xerebîsan ê jêrîn e ku bi ser devera Girê Spî ve ye, karê kirîn û firotina otombîlan dike.

Ev ne rewşa yekem a revandinê ye li Reqayê, di heyama kêmtirî ji mehekê de, 2 rewşên revandinê çêbûbûn.

Beriya 4 rojan jî, êrîşî malbateke Kurd li Reqayê hate kirin, Kesek ji wê malbatê û êrîşkerek hatin kuştin, her weha 4 endamên wê malbatê jî birîndar bûn.