Yekîtiya Ewropayê: Divê rêya beşdariyê li pêş hemû pêkhateyên Sûriyê vekirî be

Yekîtiya Ewropayê: Divê rêya beşdariyê li pêş hemû pêkhateyên Sûriyê vekirî be

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Ewropayê pêwazî li lidarxistina yekem rûniştina Encûmena Gel a Sûriyê kir û got: Tê pêşbînîkirin ku ew encûmen roleke giring di pêkanîna daxwazên hemû pêkhateyên Sûriyê de bilîze.

Yekîtiya Ewropayê ev yek îro di daxuyaniyekê de ragihand û diyar kir ku yekem rûniştina Encûmena Gel gaveke cihê pêşwaziyê ye di nexşerêya veguhestina siyasî de li Sûriyê.

Daxuyaniyê da zanîn ku serkeftina piroseya veguhêz li Sûriyê li ser karîna Engûmena Gel radiweste, ku bikaribe rê xweş bike berev sîstemeke siyasî ya giştgir li ser bingeha serweriya yasayê, pirengiya siyasî û hilbijartinên zelal da ku rêya beşdariyê li pêş hemû Sûriyan bê cudahî vekirî be, her weha mafên mirovan û azadiyên bingehîn parastî bin.

Daxuyaniyê her weha diyar kir ku bihêzkirina lêpirsînê û bicîkirina dadweriya veguhêz dê fakterên sereke bin di bicîkirina lihevhatina niştîmanî û seqamgîriya demdirêj de.

Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku ew pabend e bi veguhestineke aştiyane, seqamgîr û giştgir li Sûriyê û piştgiriya dubare avakirinê lê dike.

Di dawiyê de, Yekîtiya Ewropayê da zanîn ku ew pabend e bi hevkariyê li gel Sûriyê ji bo berjewendiya gelê Sûriyê.

12ê Tîrmehê yekem civîna Encûmen Gel hate lidarxistin û 26ê mehê jî civîna duyem tê lidarxistin, hejmara endamên Kurd di encûmenê de, 12 ne ji koka 210 endaman.