Berdana ava Elok ji ber pirsgirêkekê hate rawestandin
Welat TV - Hewlêr
Piştî rojekê ji berdana ava westgeha Elok, berdana avê carekê din rawestiya.
Îro û li gorî dîmenên hatî belavkirin û zanyariyan, Ji ber pirsgirêkeke teknîkî ava Elok li gundê Til Mendel yê Serê Kaniyê, li nav zeviyên derdor herikî û Ji ber vê yekê jî westgeh rawestiya.
Duh Pênşemê, Wezareta Enerjiyê ya Sûriyê ragihand ku piştî 9 mehan ji karên çakirin û nûjenkirinê bi hevkarî li gel komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, ava Westgeha Elok weke têst hat berdan ji bo vegerandina westgehê bi temamî bo xizmetê.
*Westgeha Elok
Ava westgeha Elok jêdera sereke ya avê ye, ji bo bajarê Hesekê û bajarokê Til Temirê. Ji 2019an ve piştî ku Turkiyê û grûpên bi ser ve derbasî Serê Kaniyê û Girê Spî bûn hat birîn û xelk ava vexwarinê dikirin, ku nirxê tankek av ku ji 5 bermîlan pêk tê digihe 75.000 lîreyên Sûrî wate derdora 5.75 dolarên Emerîkî.
Biryar bû destpêka vê meha Tîrmehê ava Elok bihata berdan lê karên nûjenkirina westgehê û hêla veguhestina avê hîn bi dawî nebûbûn.