Reqa.. Hejmarek kes duh ketin çemê Belîx û hîn nehatine dîtin
Welat TV - Hewlêr
Hejmarek welatî duh li Reqayê ketin çemê Belîx û hîn nehatine dîtin.
Duh otombîleke ku hejmarek kes tê de bûn, ket çemê Belîx li nêzîkî gundê marode li bakurê rojhilatê parêzgehê.
Tîmên Berevaniya Sivîl da zanîn ku 3 kes di otombîlê de bûn, û ji duh ve, ew li wan hersê kesan digerin û ta niha nehatine dîtin.
Li gorî tîmên Berevaniya Sivîl ji ber nezelalbûna ava çemê Belîx û bihêzbûna wê, ew rastî zehmetiyan tên di piroseya lêgerînê de.
Jêderên xwecihî jî dibêjin ku herî kêm 5 kes di wê otombîlê de bûn û ew kes ji parêzgeha Hesekê bûn.