Qeter bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike: "Em piştgir in"
Welat TV - Hewlêr
Qeterê bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji Herêma Kurdistanê re da diyarkirin.
Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de got, "Em bi tundî êrîşên Îranê li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin".
Qeterê diyar kir, "Ev yek binpêkirin e ji serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê re û binpêkirin e ji yasaya navdewletî re".
Wezareta Derve ya Qeterê tekez kir ku "Divê dever ji êrîşên bê behane were dûrxistin û rêya diyalog û dîplomasiyê ji bo çespandina ewlehiya herêmî û navdewletî, berdewam be".
Di dawiyê de, Wezareta Derve ya Qeterê got "Qeter ji hemû rêkarên ku Iraq û Herêma Kurdistanê distîn ji bo parastina serwerî û ewlehiya xwe distînin, piştgir e".