El-Şeri’ 4 postên nû di dezgehên ewlehiyê de destnîşan kirin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ hejmarek postên nû di dezgeh û saziyên ewlehiyê de destnîşan kirin.
Îro 19ê Tîrmeha 2026an, Ehmed El-Şeri’ 4 kes ji bo postên nû destnîşan kirin.
*Nav û postên nû
*Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab weke Rêveberê Nivîsgeha Ewlehiya Niştîmanî hate destnîşankirin, û dê di karê xwe de weke wezîrê navxwe jî berdewam be.
*Hisên Selamê ku serokê Istixbaratên Giştî bû, weke alîkarê Rêveberê Nivîsgeha Ewlehiya Niştîmanî hate destnîşankirin.
*Ebdulqadir Tehan ku Cîgirê Wezîrê navxwe bû, weke serokê Istixbaratên Giştî hate destnîşankirin.
*Mulhim Şentût ku fermandarê Ewlehiya Navxwe li parêzgeha Hemayê bû, weke alîkarê wezîrê navxwe bo karûbarên Ewlehiyê hate destnîşankirin.