Arif Bozan piştî heftiyekê ji revandinê hate berdan û rewşa wî ya tendirustî ne baş e

Arif Bozan piştî heftiyekê ji revandinê hate berdan û rewşa wî ya tendirustî ne baş e

Welat TV - Hewlêr

Rewşa tendirustî ya welatiyê Kobaniyê yê bi navê Arif Bozan ku piştî heftiyekê ji revandinê hember dana pereyan hate berdan, ne baş e.

Şeva bûrî ciwanê bi navê Arif Bozan ê ku ji aliyê grûpeke nenas ve hatibû revandin hate berdan û vegeriya mala xwe.

Malbata Arif ji Welat Tv re da zanîn ku piştî dana pereyan ji wê grûpê re, şeva bûrî kurê wan li Reqayê hate berdan.

Malbatê diyar kir ku piştî berdana Arif rewşa wî ya tendirustî ne baş e.

Şemiya bûrî, Arif ji aliyê grûpeke nenas ve li Reqayê hatibû revandin û wê grûpê banga dana 200 hezar dolarî ji malbata Arif dikir hember berdana wî.

Arif Bozan ji gundê Xerebî san ê jêrîn e li gundewarê Kobaniyê, karê kirîn û firotina otombîlan dike.