Berevaniya Sivîl dawîn amarên qurbaniyên binavabûna belema li Dêra Zorê belav kirin

Berevaniya Sivîl dawîn amarên qurbaniyên binavabûna belema li Dêra Zorê belav kirin

Welat TV - Hewlêr

Berevaniya Sivîl a Sûrî amarên dawîn derbarê hejmara qurbaniyên binavbûna belema li Dêra Zorê belav kirin û diyar kir ku 8 kesan di wê bûyerê de canên xwe ji dest dane.

Berevaniya Sivîl îro di daxuyaniyekê de bidawîhatina lêgerînê li qurbaniyên binavbûna belemekê li Dêra Zorê ragihand û diyar kir ku di wê bûyerê de, 8 kesan canên xwe ji dest dane jê 6 zarok in.

Daxuyaniyê da zanîn ku tîmên berevaniya sivîl Pêncşema bûrî termê zarokekî dît û komîteya tendirustiyê li parêzgehê tekez kiriye ku ew term yê dawîn zarokê wendayî ye.

11ê vê mehê, belemeke ku 35 kes di navbera herdu kenarên Feratê de li Dêra Zorê vediguhestin xerab bû, û avê ew li ber xwe bir û li pira hesin a nû xist û binav bû, 8 kesan canên xwe ji dest dan û yên din hatin rizgarkirin.