Hêzên Turkiyê ji gundê Çiyê yê Efrînê vekişiyan

Hêzên Turkiyê ji gundê Çiyê yê Efrînê vekişiyan

Welat TV - Hewlêr 

Îro 20 Tîrmeha 2026an, hêzên Turkiyê ji gundê Çiyê yê navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê vekişiyan.

Welatiyekî gund serdana mala xwe kir û dîmenên mala xwe ji Welat Tv re şandin.

Welatî dibêje: "Her tiştek xerab kirine û têk dane, tiştek li ser hev nemaye û divê ji nû ve malê ava bikin her weha dar hemû hişk bûne".

Li gorî jêderan, biryar e sibe malbatên gund ên ku ji vegerê qedexekirî bûn vegerin gundê xwe û careke din ji nû ve şên û ava bikin.

*Hebûna Turkiyê li Efrînê 

Ji sala 2018an Turkiyê 5 gundên Efrînê bi temamî kirine baregehên leşkerî, di 13 Tîrmeha bûrî de, piştî 8 salan, hêzên Turkiyê ji gundê Basilê yê navçeya Şêrawa vekişiyan û nêzîkî 50 malî vegeriyane gundê xwe, û îro ji gundê Çiyê vekişiyan, lê hîn hebûna xwe li gundên Şêxorzê, Dêrwîş û Cilbirê maye.   

►Her weha bixwîne.. Hêzên Turkiyê ji gundekî Efrînê vekişiyan: "Hîn li 6 gundên din in"