Piştî 14 salan "Fly Dubai" geştên asmanî ji bo balefirgeha Helebê dest pê kirin
Welat TV - Hewlêr
Piştî 14 salan ji rawestandinê, kompaniya "Fly Dubai" geştên asmanî ji bo Sûriyê dest pê kirin.
Duh 20 Tîrmeha 2026an, yekem balefira wê kompaniyê ji Dubey gihîşt balefigreha Helebê, piraniya geştyarên ku di balefir de bûn xelkê Sûriyê bûn.
Rêveberê Kompaniyeke taybet bi geştên asmanî Osama Telco, da zanîn ku vekirina hêla kompniya "Fly Dubai" ne tenê di navbera Sûriyê û Îmaratê de ye, lê di navbera Sûriyê, Australia û welatên Rojhlatê Asya de ye jî.
Kompaniya "Fly Dubai" piştî 14 salan ji rawestandinê, roja 10ê vê mehê biryar da geştên xwe ji bo Sûriyê dest pê bike, û duh yekem geşta asmanî ji bo Helebê encam da ku biryar e rojane geşteke asmanî hebe.