Rewangeha Sûrî: 3 zarok li Hesekê û Der’ayê bûne qurbaniyên paşmayên şer

Rewangeha Sûrî: 3 zarok li Hesekê û Der’ayê bûne qurbaniyên paşmayên şer

Welat TV - Hewlêr 

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku 3 zarok li Hesekê û Der’ayê bûne qurbaniyên teqîna paşmayên şer.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de da zanîn ku zarokekî 11 salî li devera Mêlebiyê li gundewarê Hesekê di teqîna paşmayeke şer de birîndar bûye û 2 zarokên din ku yek 4 salî û yek 15 salî ye, li nêzîkî bajarokê Um Weled li gundewarê Der’ayê jî di teqîna paşmayeke şer de birîndar bûne.

*Amarên Qurbaniyan 

Li gor amarên Rewangehê, tenî Îsal 220 kes li Sûriyê di teqîna paşamyên şer de hatine kuştin, 82 ji wan zarok in, her weha 318 kesên din jî birîndar bûne.