Mustefa Ebdî: Karwanekî malbatên koçberkiriyên Serê Kaniyê di demeke nêzîk de vedigere
Welat TV - Hewlêr
Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê ya li gel HSD Mustefa Ebdî eşkere kir ku di demeke nêzîk de, karwanê yekem ê malbatên koçberkiriyên Serê Kaniyê dê vegere cih û warên xwe.
Îro 21ê Tîrmeha 2026an, Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê di daxuyaniyeke taybet de ji Welat TV re da zanîn ku "Karwanekî malbatên koçberkiriyên Serê Kaniyê di 4 rojên bê de dê vegere cih û warên xwe".
Ebdî diyar kir ku "Sedema derengetina proseya vegera koçberkiriyan, belavbûna paşmayên şer weke mayînan û hin pirsgirêkên ewlehî bû".
*"200 mayîn hatine rakirin"
Endamê Tîma Serokatiyê Mustefa Ebdî her weha da zanîn ku "Ta niha 200 mayîn hatine rakirin û 3 firqeyên artêşa Sûriyê kar li ser rakirina hemû mayînên li deverê dikin û 40 roj in karê rakirina mayînan ji bo gerentîkirina vegera ewleh a malbatan berdewm e".