Şandeke civakî ya Kobanî û Ruhayê seredana Heleb û Hemayê kir
Welat TV - Hewlêr
Yekem car e, şandeke civakî ya hevbeş ya Kobanî û Ruhayê seredana Heleb û Kurdên Hemayê kir, peywendiyên civakî û dîrokî gotûbêj kirin.
Şand ji hejmareke kesayetiyên civakî yên bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê û bajarê Ruha yê Bakurê Kurdistanê pêk dihat, seredana Kurdên Hemayê kir û peywendiyên civakî û dîrokî yên hevbeş û rewşa navçeyê gotûbêj kirin.
Şanda hevbeş ku bi serperiştiya serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Mislim Mihemed bû, ji aliyê kesayetiyê Êla Beraziyan Semîr Necîb Axa Berazî û Berpirsê Desteya Siyasî li Hemayê Nafih Berazî û Parêzer Menhel Berazî û kesayetiyên wê êlê ve hatin pêşwazîkirin.
Di seredanê tekezî li girêdana civakî û dîrokî ya Kurdên Hemayê bi Kobanî û Ruhayê re hat kirin.
Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya Mislim Mihemed got, Piştî 200 salan ji dûrkirinê, ew careke din dicivin û tekez dikin ku nêzîkbûna wan ji sînoran bihêztir e.
Li parêzgeha Hema ya Sûriyê zêdetirî nîv milyon Kurd hene, gelek ji wan ji êla Beraziyan e, ku ji heman êla piraniya xelkê Kobanî û Ruhayê ye.