UNHCR: Ji destpêka îsal ve, 1700 penaber ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vegeriyane Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê li gorî sala bûrî kêm bûye.
Komisyona Bilind a Penaberan ragihand ji destpêka 2026an ve, 1,700 penaber ji Herêma Kurdistanê û Iraqê vegeriyane Sûriyê.
Derbarê vegera penaberên Sûrî ji welatên cîran komisyona penaberan diyar kir ku vegera wan girêdayî hejmarek fakter e weke rewşa ewlehî li hundirê Sûriyê û fişarên abûrî.
Sala bûrî li gorî amarên Komisyona Bilind a Penaberan 6,976 penaberên Sûrî ji Iraqê vegriyabûn welatê xwe.
Li gorî amarên komisyona penaberan, 346,066 penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê û Iraqê dijîn, ji wê hejmarê 82% li herêma Kurdistanê ye wate 263,501 penaber li Herêma Kurdistanê dijîn.
Ji hejmara penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn, 34% di kampan de dijîn û 66% jî li bajaran dijîn, penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên ku li herêma Kurdistanê dimînin di hemû kartên abûrî de kar dikin û bandoreke wan a erênî li ser abûriya Kurdistanê heye.