Daxwaza 600,000 dolarî dike.. 2 welatiyên Kobaniyê ji aliyê grûpeke nenas ve hatine revandin
Welat TV - Hewlêr
2 welatiyên ji Kobaniyê li devera Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke nenas ve hatine revandin û ew grûp daxwaza 600,000 dolarên Emerîkî dike li hember berdana wan û dibêjin eger ku ew pere di heyama 2 rojan de neyên dan ew ê wan bikujin.
Beriya heftiyekê xwediyê xerazeyekê ji Kobaniyê bi navê Mihmed Qadir ku li devera Cizîrê kar dikir û ajokarê xerazeyê Wêso Salih ku ew jî ji Kobaniyê ye li devera di navbera Menacîr û Serê Kaniyê de ji aliyê grûpeke nenas ve hatin revandin.
Mistefa Qadir kurê Mihemed ji Welat TV re da zanîn ew grûp daxwaza 600,000 dolarî dike li hembera berdana bavê wî û ajokarê xerazeyê.
Mistefa diyar kir ku endamên wê grûpê bi zimanê Erebî bi wan re diaxivin û dibêjin eger ew pere di heyama 2 rojan de neyên dan ew ê wan bikujin.
Mlabata Mihemed got ku karîna wan tune ye, ji bo peydakirina gujma mezin a pereyan ku ji wan tê xwestin û bangê li aliyên peywendîdar dike ku destwerdanê bikin ji bo berdana wan.
Mihemed Qadir ji xelkê gundê Garozê ye û ajokarê xerazê ji xelkê gundê Hemamikê ye.