Nêçîrvan Barzanî spasiya Konuslê Fransayê dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, bi bûneya bidawîbûna erkê wî wek Konuslê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Yann Braem kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, "Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê, spasî û rûmeta xwe pêşkêşî Braem kir ji bo xizmet û rola wî ya berbiçav di bihêzkirina peywendiyan û dostaniya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de, her weha hêviya serkeftinê di jiyan, erk û qonaxa bê ya xebata wî de jê re xwest".
Ji aliyê xwe ve, Braem kêfxweşî û şanaziya xwe bo karkirina li Herêma Kurdistanê anî zimên û spasî û rûmeta xwe bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê dubare kir bo wê piştevanî û hêsankariya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine.
Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir "Tekezkirina li ser xwesteka dualî bo pêşxistina zêdetir a peywendiyan û firehkirina hevkariya hevbeş, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û dawîn pêşhatên navçeyê, mijareke din a hevdîtinê bû".