Guterres vê hefteyê digihe Sûriyê û serdana Colanê dike

Guterres vê hefteyê digihe Sûriyê û serdana Colanê dike

Welat TV - Hewlêr

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî António Guterres di vê hefteyê digihe Sûriyê, li gel serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ dicive û serdana devera tampon li Colanê di navbera Sûriyê û Israîlê de dike.

Şandiyê taybet yê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Claudio Cordone ev yek îro di civîna Encûmena Ewlehî derbarê Sûriyê de ragihand ku bi rêya internetê ji Şamê tevlî wê civînê bû û diyar kir ku ew serdan li ser vexwendineke fermî ye ji hikûmeta Sûriyê.

Li gorî Cordone, Guterres dê di serdana xwe de tekeziyê li ser pabendiya Netewên Yekgirtî bi piştevaniya hikûmeta Sûriyê û gelê wê bike di vê qonaxa hestiyar de ji dîroka Sûriyê.

Berdevkê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stéphane Dujarric jî da zanîn ku Guterres dê serdana hêzên parastina aştiyê yên navnetewî yên ku bi navê UNDOF tên naskirin û ji sala 1974an ve li devera tampon li Colanê dimînin bike ji bo parastina agirbestê di navbera Sûriyê û Israîlê de.

Serdana Guterres bo Şamê yekem serdana Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî ye bo Sûriyê ji sala 2009an ve ku wê demê Emîndarê Giştî Ban Kî Mon serdana Sûriyê kiribû.