Encûmena Ewlehiyê pêşwaziyê li yekem civîna encûmena gel dike

Encûmena Ewlehiyê pêşwaziyê li yekem civîna encûmena gel dike

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Ewlehî civînek derbarê dawîn pêşhatên Sûriyê li dar xist û pêşwazî li yekem civîna encûmena gel kir.

Di civînê de cîgirê emîndarê giştî yê neteweyên yekgirtî Claudio Cordone û welatên endam diyar kir ku destpêkirina karên encûmena gel di qonaxa veguhêz de li Sûriyê gaveke giring e.

Claudio Cordone diyar kir ku derfeteke rasteqîne li pêş Sûriyê heye ji bo avakirina saziyên giştgir ku daxwazên Sûriyan bi cî dikin.

*"Hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bûn"

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Sûriyê di Netwên Yekgirtî de Ibrahîm Ulebî da zanîn ku di yekem civîna encûmena gel de hemû pêkhateyên Sûriyê beşdar bûn û bi wê yekê stûnên bingehîn ên qonaxa veguhêz temam bûn.