Emerîka navendine li Îranê bombebaran kirin
Welat TV - Hewlêr
Emerîka bo 13em roj li pey hev navendên leşkerî û lojistîk yên Îranê bombebaran kirin
Fermandariya Hêzên Navendî yên Emerîka (CENTCOM) derengiya şeva bûrî da zanîn ku hêzên wê navendên fermandariya leşkerî ya Îranê, embarên dronan, torên peywendiyan, navendên çavdêriyê yên beravî û karînîn deryayî yên Îranê bombebran kirin.
CENTCOMê da zanîn ku êrîşên şeva bûrî li dijî Îranê serkeftî bûn û armanc ji wan kêmkirina gefên Îranê li ser tevgera deryayî ye li tengava Hirmuzê.
Li gorî CENTCOMê, tevî êrîşên dawiyê yên Pasdarên Îranê lê hîn tengava Hirmuzê li pêş tevgera bazirganî vekirî ye bi piştevaniya Emerîka.
Ji aliyê xwe ve, Îran jî bersiva êrîşên Emerîka yên dawiyê dide û bingeh û navendên wê li welatên deverê armanc dike.