Der´a.. 2 kes ji aliyê grûpeke nenas ve hatin kuştin

Der´a.. 2 kes ji aliyê grûpeke nenas ve hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr

2 kes ji aliyê grûpeke çekdar a nenas ve li gundewarê Der´ayê hatin kuştin.

Îro grûpeke çekdar bi rêya motorsîklan êrîşî 2 ciwanên di dukaneke keskatî û mêweyan de li bajarê Senemên kir, ew gulebaran kirin û kuştin.

Piştî kuştina wan ciwanan ku pismamên hev in, ew grûp bo cihekî ne diyar reviya.

Jêderên xwecihî diyar kir ku ew ciwan berê endam bûn di grûpeke çekdar de ku Mihsin Hêmid fermandariya wê dike, piştre dev ji wê grûpê berdan û di dukaneke firotina keskatî û mêweyan de kar dikir.

Rewşa ewlehî li Der´ayê ne cîgir e, kuştin û hewlên terorkirinê di dema dawiyê de li parêzgehê zêde bûne û xelk ji rewşê dilgiran in.