Encûmena Gel deng li ser reşnivîsa sîstema xwe ya hundirîn dide

Encûmena Gel deng li ser reşnivîsa sîstema xwe ya hundirîn dide

Welat TV - Hewlêr 

Îro 26ê Tîrmeha 2026an, Encûmena Gel a Sûriyê deng li ser reşnivîsa sîstema hundirîn dide.

Encûmena Gel a Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî ragihand, ku komîta dariştina sîstema hundirîn, reşnivîsa destpêkî amade kir û ji aliyê yasayî ve jî hatiye pesendkirin.

Îro di duyem rûniştinên Encûmena Gel de, proseya dengdanê li ser vê reşnivîsê bi rê ve diçe.

Komîta dariştina sîstema hundirîn bi biryara Serokê Encûmena Gel hat avakirin û ji 17 endaman pêk tê, di heyama 4 rojên bûrî de civîn ji bo gotûbêjkirina xalên reşnivîsê û dariştina wê ya destpêkî, hatin lidarxistin.

*Yekemîn rûniştin

Di 12 vê meha Tîrmehê de, yekemîn rûniştinên Encûmena Gel a Sûriyê bi rê ve çû, tê de Ebdulhemîd Ewag weke Serokê Encûmenê, Mustefa Mûsa cîgirê yekem, Madona Bişara cîgirê duyem û Mu’yed Hebîb wek emînsir hatin hilbijartin.