Tabloya navçeya Şiyê ya Efrînê bi her du zimanên Kurdî û Erebî hat danîn
Welat TV - Hewlêr
Li navçeya Şiyê ya Efrînê tabloya nû bi her du zimanên Kurdî û Erebî di destpêka navçeyê de hat danîn.
Bi her du hevokên Kurdî, "Bi gul û nêrgizan Şiyê we pêşwazî dike" û "Serdana we gulek di dilê me de çand", tablo hat danîn.
Beriya wê jî li navenda bajarê Efrînê, di destpêka bajêr de, bi her du zimanên Kurdî û Erebî hatibû nivîsandin.