Cendirmeyên Turkiyê 6 kes li sînorê Kobaniyê eşkence kirin
Welat TV - Hewlêr
6 kes li ser sînor, li Kobaniyê rastî lêdan û eşkenceyê ji aliyê cendirmeyên Turkiyê ve hatin.
Jêderên xwecihî da zanîn, cendirmeyên Turkiyê bi tundî 6 welatiyên Sûrî ji parêzgeha Dêra Zorê ku dixwestin bi şêweyekî ne rewa di aliyê Kobaniyê re derbasî Turkiyê bibin, êşkence kirin.
Li gorî zaniyariyan, cendirmeyan, bi tundî li wan şeş kesan xistiye û ava keladî bi ser wan de kiriye.
Di 10ê vê meha Tîrmehê de jî, di dema 2 kesan ji gundewarê Dêra Zorê hewl dabû ji Serê Kaniyê derbasî Turkiyê bibin, dabû, di encamê de ew herdu kes ji hiş ketibûn û pişt re ji aliyê xelkê Serê Kaniyê ve bo nexweşxaneyê hatibûn veguhestin.