Netanyahu û Trump dicivin

Netanyahu û Trump dicivin

Welat TV - Hewlêr

Serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu di serdanekê de gihişte Emerîka û dê li gel serokê Emerîka Donald Trump bicive.

Li gor ragihandina Israîlê, Benjamin Netanyahu û Trump dê doseyên Îran, Sûriyê û Libnanê gotûbêj bikin, û dê hewl ji bo bihêzkirina hevrêzkariya dualî di van doseyan de werin dan.

Derbarê Sûriyê, Medyaya Israîlê got ku Benjamin Netanyahu dê tekeziyê li ser girîngiya hiştina devera ewlehî li ser sînorê bi Sûriyê re bike, û devereke ewlehî li Libnanê jî hebe.

Medyaya Israîlî da zanîn jî ku di civînê de, pêşhateyên ewlehî li deverê û di serî de pêşhateyên Ii Îranê, her weha doseya pêwendiyên bi Si’ûdiyê û welatên din ên Rojhilata Navîn, dê werin gotûbêjkirin.

Duh jî Benjamin Netanyahu gotibû ku ew ê di serdana xwe de ji bo Emerîka ji Trump re bibêje ku ew ji Sûriyê venakişin.