Encûmena lihevhatinê li devera Kobaniyê hate avakirin
Welat TV - Hewlêr
Encûmena lihevhatinê li devera Kobaniyê hate avakirin ji bo bihêzkirina aştiya civakî.
Malpera fermî ya devera Kobaniyê ragihand ku bi beşdariya rêvberê deverê Ibrahîm Mislim encûmena lihevhatinê hate avakirin.
Rêveberiya devera Kobaniyê diyar kir ku armanc ji avakirina wê encûmenê çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane ye ji bo bihêzkirina aştiya civakî û belavkirina nirxên diyalog û lihevtêgihiştinê di navbera pêkhateyan de.
Di wê civîna avakirina encûmena lihevhatinê de pêkhateyên cuda yên devera Kobaniyê beşdar bûn.