Welatiyekî Efrînê di nav zeviya xwe de kuştî hat dîtin
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî Kurd ê bitemen li Efrînê di nav zeviya xwe de kuştî hat dîtin.
Îro termê welatiyê bi navê Adil Ebdulhenan Ne´san li nav zeviya wî ya zeytûnan li nêzîkî gundê Feqîra ser bi navçeya Cindirêsê ve hat dîtin.
Jêderên ewlehî da zanîn, piştî dîtina termê wî û agahdarkirina aliyên peywendîdar, term bo pizîşkiya dadwerî li bajarê Efrînê hate veguhestin û hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînan kir.
Heta niha tu zaniyarî li ser sedema kuştinê yan jî aliyê ku ew welatiyê Efrînê kuştiye, nîn in.