Emerîka û Siûdiyê navendên Heşda Şe´bî ya Iraqê bombebaran kirin

Emerîka û Siûdiyê navendên Heşda Şe´bî ya Iraqê bombebaran kirin

Welat TV - Hewlêr

Emerîka û Siûdiyê berbanga îro navendên Heşda Şe´bî ya Iraqê bombebaran kirin û zêdetirî 50 endamên wê hatine kuştin û birîndar bûne.

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê grûpine terorîst bi ser Îranê ve li deverên rojhilatê Iraqê, bombebaran kirin.

CENTCOMê diyar kir ku wan grûpan li ser fermana Pasdarên Îranê êrîşî hêzên Emerîkî û jêrxaneya enerjiyê li Siûdiyê kiribû.

Li gorî CENTCOMê, îsal ji meha Sibatê ta ya Nîsanê, milîsên terorîst ên bi ser Îranê ve li Iraqê, zêdetirî 600 êrîşî li dijî welatî û saziyên Emerîkayê encam dane.

Di dawiya daxuyaniya xwe de CENTCOMê got: Divê Pasdarên Îranê û birêkarên xwe yên terorîst êrîşên xwe rawestînin da ku xwe ji bersivên leşkerî yên Emerîkayê biparêzin.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand ku hêzên wê bi hemahingî li gel hêzên Emerîkayê êrîşî navendên hin milîsan li Iraqê kiriye û diyar kir ku wan milîsan jêrxaneya enerjiyê li Siûdiyê armanc kiribû.

Di vê derbarê de, Heşda Şe´bî ya Iraqê da zanîn ku di êrîşên Emerîka û Siûdiyê de, 20 endamên wê hatine kuştin û 32 birîndar bûne.