Serkereterê Encûmena Gel: Serokê Sûriyê nikare encûmenê bihelîne
Welat TV - Hewlêr
Serkereterê Encûmena Gel a Sûriyê Mueyid Hebîb da zanîn ku wan peywreweke navxwe li gorî qonaxa veguhêz pejrandiye û li gorî wê peyrewê serokê Sûriyê nikare Encûmena Gel bihelîne.
Mueyid Hebîb ev yek ji ragihandina Sûriyê re ragihand û diyar kir ku encûmenê peyrewa navxwe guhert li ser bingeheke rêxistinî û zagonsazî ku desthilatên wê ji nû ve destnîşan dike û peywendiya wê bi desthilata bicîkar ve diyar dike.
Li gorî Hebîb, desthilatên zagonsazî û bicîkar li Sûriyê ji hev cuda ne, lê di qonxa veguhêz de hamahingî pêwîst e di navbera herdu desthilatan û hemû aliyên hikûmî de.
Hebîb got jî: Encûmena Gel a niha nikare baweiryê ji Wezîr bikişîne lê serokê Sûriyê nikare encûmenê bihelîne berovajî sîstema siyasî di qonaxa bûrî de.
Duh Encûmena Gel a Sûriyê peyrewa navxwe ya ku ji 231 babetan pêk tê, pesend kir, li gorî wê peyrewê Encûmena Gel yasayên hilbijartin, partî, desthilata zagonsazî, encûmena dewletê, dadgeha destûrî ya bilind û yasayên dadweriya veguhêz dipejrîne.