Li Hesekê û Dêra Zorê pileyên germê digihin 45 pileyan

Li Hesekê û Dêra Zorê pileyên germê digihin 45 pileyan

Welat TV - Hewlêr

Pileyên germê îro Şemiyê bilind dibin û li piraniya deverên Sûriyê bi qasî 3 - 6 pileyên Sîlîzî ji pileyên xwe yên salane bilindtir dibin.

Navenda Niştîmanî ya keşnasiyê hişyarî da ku pileyên germê bilind dibin, li deverên Rojhilat, Cizîr û Biyabanê dê toz hebe, û pileya herî zêde li Hesekê û Dêra Zorê bi 45 pileyan tê tomarkirin.

Navenda Niştîmanî ya keşnasiyê diyar kir, Li Parêzgeha Hesekê û Dêrazorê îro pileyên germê 45 pile ne, li Şamê 40 pile ne û pileyên herî kêm li parêzgeha Tertûsê ye ku ew jî 33 pile ne.