Serok Barzanî û Konsulê Giştî yê Elmanya rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Elmanya hejmarek mijarên girêdayî pêşhat û girjiyên deverê û rewşa Kurdan li Sûriyê gotûbêj kirin.
Serok Barzanî Îro pêşwazî li Konsulê Giştî yê Elmanya li Hewlêrê Albrecht von Wittke bi bûneya bidawîhatina erkê wî kir.
Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de got, Konsulê Elmanî bi bûneya çil û sêyemîn salvegera Enfala Barzaniyan, pirse û hevxemiya xwe bo Serok Barzanî derbirand. Her weha spasiya Hikûmet û miletê Herêma Kurdistanê li ser hemahengî û hevkariyê kir, û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya welatê wî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge re di rûbirûbûna terorê de, kir.
*Serok Barzanî spasiya Elmanya dike
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî spasiya milet û Hikûmeta Elmanya li ser piştgiriya Pêşmerge û miletê Kurdistanê di rojên zehmet û şerê dijî terorê de kir, û tekezî li ser xwazyariya kûrkirin û bihêzkirina pêwendiyên dostaniyê yên dualî di warên cuda de kir.
Baregehê diyar kir ku di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlehiyê li Iraqê, pêşhate û girjiyên li deverê û metirsiyên vegera teror û tundrewiyê bo rojhilata navîn hate kirin.
Li aliyekî din, proseya siyasî li Herêma Kurdistanê, rewşa Kurdan li Sûriyê û proseya aştiyê li Turkiyê hatin gotûbêjkirin.