Ewlehiya Navxwe: Şaneyeke DAIŞa terorîst li Dêra Zorê hate jihevxistin
Welat TV - Hewlêr
Ewlehiya Navxwe ya Sûriyê ragihand ku di operasyonekê de li Dêra Zorê, şaneyeke rêxistina DAIŞê ya terorîst hate jihevxistin.
Ewlehiya Navxwe di daxuyaniyekê de got, bi hevkarî li gel istixbaratên giştî, operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞê li parêzgeha Dêra Zorê hate encamdan.
Di operasyonê de serkirdeyê şaneyê û endamekî wê hatin girtin û berpirsekî wê jî hate kuştin.
Ewlehiya Navxwe got, birek çek û teqmenî jî hatin desteserkirin, di hindir malê de zarokek jî hebû û di dema operasyonê de birîndar bû û bo nexweşxaneyê hate veguhestin.
Li gorî daxuyaniyê, ew şane berpirs e di ber encmdana hejmarek tawan de li Baxoz û Şe’efe li gundewarê Bokemal, di nav de kuştina çend endamên ewlehiyê.