Ehmed Şeri’ û Mezlûm Ebdî li Şamê dicivin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê Ehmed Şeri’ û Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî li Şamê dicivin û proseya tevlîbûnê gotûbêj dikin.
Medyaya nêzîkî HSD ragihand ku îro Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed dê li Şamê li gel Şeri’ bicivin.
Heman jêderan da zanîn ku di civînê de dê karên di proseya tevlîbûnê de hatî bicîkirin, dê werin gotûbêjkirin.
Di Nîsana bûrî de, Mezlûm Ebdî û Ilham Ehmed li gel Ehmed Şeri’ civiyabûn û temakirina proseya tevlîbûnê gotûbêj kiribûn.
►Her weha bixwîne.. Naveroka civîna El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî hate eşkerekirin