Bihevguhertina diravan li Cizîr, Reqa û Dêra Zorê ta 20 mehê hate dirêjkirin

Bihevguhertina diravan li Cizîr, Reqa û Dêra Zorê ta 20 mehê hate dirêjkirin

Welat TV - Hewlêr

Bihevguhertina diravên Sûrî yên bi yên kevin li Cizîr, Reqa û Dêra Zorê ta 20 mehê hate dirêjkirin.

Hakimê Banka Navendî ya Sûriyê Sefwet Reslan di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bihevguhertina diravên nû bi yên kevin bi rêya şaxên Banka Navendî û navendên saziya Sûrî ya postê li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê ta 20 Tebaxê dirêj kir.

Sefwet Reslan diyar kir ku dirêjkirina heyama bihevguhertina diravan tê ji bo temamkirina proseyê bi awayekî baş.

Piştî 20 mehê êdî xelkê hersê parêzgehan dikarin bi tenê bi rêya Banka Navendî li Şamê diravan bi hev biguherin.

Beriya niha Banka Navendî dema bihevguhetina diravan ku 30 Tîrmeha bûrî bi dawî bû, bo heyama heftiyekê li hemû parêzgehan dirêj kir.

Biryara Banka Navendî di demekê de ye, ku nerazîbûneke berfireh li hersê parêzgehan derbarê mîkanîzma bihevguhertina diravan derketine û xelk banga berfirehkirina proseyêl û navendên bihevguhertinê dikin.