PDK-S du semînarên civakî li Efrînê li dar xistin

PDK-S du semînarên civakî li Efrînê li dar xistin

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Cindirêsê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya du semînarên civakî li bajarê Cindirêsê yê Efrînê li dar xistin.

Semîrana yekê li jêr navê çareserkirina nakokiyan ji aliyê Mustefa Ehmed ve hat pêşkêşkirin, û semînara din li jêr navê Tekînka Diyalogê ji aliyê Ehmed Hesen ve hat pêşkêşkirin.

Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Horo Osman ji Welat TV re behsa mebest û girnîgiya semînarê kir û got beriya niha li bajarê Efrînê semînar li dar ketin û niha li Cindirêsê dest pê kiriye her weha di demên bê de li tevaya navçeyên Efrînê semînarên weha dê li dar bikevin.

Di semînarê de bi dehan kes ji nifşên cuda beşdar bûn, kesên beşdar daxwaza berdewamiya semînarên weha kir.