Hilmeteke paqijkirinê li Kobaniyê bi rê ve çû

Hilmeteke paqijkirinê li Kobaniyê bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Hilmetek ji bo parastina jîngehê û hişyarkirina xelkê bi giringiya parastina wê li bajarê Kobaniyê bi rê ve çû.

Îro bi hemahingî di navbera 20 ciwanên xwebexş û şaredariya Kobaniyê de, hilmetek bi navê "Viyan" ji bo paqijkirina bajêr bi rê ve çû.

Di hilmetê de kolanên sereke yên bajêr hatin paqijkirin û welatî hatin hişyarkirin bi giringiya parstina jîngehê.

Rêkxerên hilmetê dibêjin ku armanca wan ji vê çalakiyê, bihêzkirina çanda parastina jîngehê ye û bangê li aliyên peywendîdar li bajêr dikin ku bi wan re alîkar bin.