Xwendevanekî Efrînê bûye heftem li ser asta Sûriyê di ezmûnên pola 12an - beşê wêjeyî de
Welat TV - Hewlêr
Xwendevan Canşêr Birîmce bi rêjeya 94.5% di ezmûnên pola 12an ên beşê wêjeyî de bûye heftem li ser asta Sûriyê.
Canşêr piştî xwendineke zêde bi şev û roj û guhdana malbat û mamosteyên xwe ev serkeftin bi dest xistiye.
Piştî derketina ezmûnan kêfxweşiyeke mezin derbasî mala wî bûye, Canşêr serkeftina xwe diyarî xelkê deverê dike.
Mehmûd Birîmce bavê Canşêr bi serkeftina kurê xwe şanaz e, û hêvîdar e ku xwendin li Sûriyê pêş bikeve piştî paşketina wê di salên şer de.
Rêveberiya dibistana Roya ku Canşêr li dixwend jî serdana wî kir û kêfxweşî bi wî û malbatê re parve kir û da zanîn ku ev serkeftin a tevahiya Efrînê ye.
Serkeftina Canşêr ê ji gundê Kefir Sefrê yek ji serkeftinên mezin ên xwendevanên Çiyayê Kurmênc û Rojavayê Kurdistanê ye, ku pencemora wan di warê xwendinê de li ser hemû astan diyar e û îsal hejmareke mezin ji wan di ezmûnên pola 12an de serkeftinên mezin bi dest xistin.