Trump raportên derbarê kêmbûna teqemeniyan li Emerîka red dike

Trump raportên derbarê kêmbûna teqemeniyan li Emerîka red dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump dibêje ku gujmên mezin ji teqemeniyê li cem Emerîka hene û gujmên mezin ji teqemeniyê li gorî pêwîstiya wan tên çêkirin.

Donald Trump ev yek îro ragihand piştî belavbûna raportan derbarê kêmbûna teqmeniyên embarkirî yên Emerîka û hebûna nakokiyan di navbera Trump û Wezîrê Cengê yê Emerîka Pete Hegseth de ji ber wê yekê.

Trump diyar kir ku kompaniyên wan ên berevaniyê mezintirîn kargehên çekan di dîroka Emerîka de ava dikin.

Duh, rojnameya The Washington Post ragihand ku Trump ji Wezîrê Cengê xwestiye sedemên kêmbûna teqemeniyên embarkirî diyar bike û nakokî ji ber wê yekê di navbera wan de derketibûn, li gorî rojnameyê kêmbûna teqemeniyên embarkirî hişt ku Trump êrîşên nû li Îranê encam nede.

Li gorî ajansa Reutersê jî, Gelek curên mûşekên Emerîka yên stratejîk di embaran de nemane.