Efrîn.. Zarokeke 11 salî di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Zarokeke 11 salî li navçeya Bilbilê li Efrînê di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe ji dest da.
Duh dema ku berê malbata welatiyê bi navê Kamîran Sîdo li zeviyê xwe bû ji bo berhevkirina hejîran, otombîla wan wergeriya.
Di wê bûyerê de, zaroka bi navê Arîn a 11 salî ku keça Kamîran Sîdo ye canê xwe ji dest da.
Arîn ji gundê Qeregulê yê navçeya Bilbilê ye li devera Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
►Her weha bixwîne.. Ciwanekî di ava Reş de canê xwe ji dest da