Siûdiyê, Turkiyê û Pakistanê rêkeftineke berevaniyê îmze kir
Welat TV - Hewlêr
Siûdiyê, Turkiyê û Pakistanê rêkeftineke berevaniyê li Mekê îmze kir ku li gorî wê rêkeftinê her êrîşek li ser welatekî ji wan êrîş e li ser hersê welatan.
Îro li bajarê Mekê yê Siûdiyê, Şahzadê Cihnişîn ê Siûdiyê Mihemed Bin Selman, serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan û serokwezîrên Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf rêkeftineke berevaniyê îmze kir û di daxuyaniyek hevbeş de naveroka rêkeftinê ragihand.
Li gorî rêkeftinê, her êrîşek li ser welatekî ji wan êrîş e li ser hersê welatan û ew ê bi awayekî hevbeş rûbirûyî her gefekê li ser ewlehî û sereweriya xwe bibin.
Armanc ji rêkeftina berevaniyê di navbera hersê welatan de, pêşxistina hevkariya berevanî û leşkerî ye ji bo bilindkirina asta amadebaşiyê û rûbirûbûna pirsgirêkên ewlehî yên hevbeş.
Ew rêkeftin di ”Lûtkeya Meke ya Berevaniya Hevbeş” de hate îmzekirin ku Erdogan û Şerîf li ser vexwendina Şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz beşdarê wê lûtkeyê bûn.