Li hember 90 hezar dolaran du welatiyên Kobaniyê hatin serbestberdan
Welat TV - Hewlêr
Piştî derdora nêzîkî mehekê ji revandinê her du welatiyên ji Kobaniyê yên ku li devera Cizîrê ji aliyê grûpeke nenas ve hatibûn revandin, li hember dana 90 hezar dolaran hatin berdan.
Her du welatiyên bi navê Mihemed Qadir û Salih Mihemed ji beriya nêzîkî mehekê ve hatibûn revandin.
Kurê Mihemed Qadir ji Welat TV re got, grûpa ku ew revandibûn daxwaza 600,000 dolarên Emerîkî kiribûn, û gotibû ku eger ew pere neyên dan ew ê wan bikujin.
Qadir diyar kir ku wan 90 hezar dolar ji bo serbestberdana herdu revandiyan dan, û her du demjimêr 11 bi şev li çoleke nêzîkî Şedadê li gundewarê Hesekê hatibû berdan û ji aliyê dewriyeke ewlekariya navxwe ve hatibûn dîtin.
Welat TV beriya niha doseya revandina herdu welatiyan ji roja yekem ve şopandibû û pêwendî li gel malbatan wan kiribû.