Yaneya Kobaniyê molet wergirt û serokê wê hat destnîşankirin
Welat TV - Hewlêr
Yaneya Kobaniyê ya topa pê molet wergirt û encûmena birêvebirina yaneyê hate avkirin.
Îro li gorî biryara 674 a Wezareta Werziş û Ciwanan a Sûriyê encûmena birêvebir a Yaneya Kobaniya ya topa pê hate avkirin.
Encûmena birêvebirina Yaneya Kobaniyê 7 kesan li xwe digire, Mezlûm Elî serokê yaneyê ye û 6 mayî jî endamên encûmena wê ne.
Piştî vê biryarê, encûmena birêvebirina yaneyê dicive û dest bi karên xwe dike.