Biryara bidarvekirina Beşar Esed û hejmarek berpirsên rêjîma hilweşandî hate dan

Biryara bidarvekirina Beşar Esed û hejmarek berpirsên rêjîma hilweşandî hate dan
Biryara bidarvekirina Beşar Esed û hejmarek berpirsên rêjîma hilweşandî hate dan

Welat TV - Hewlêr

Biryara bidarvekirina Beşar Esed, Mahir Esed, Atif Necîb û hejmarek berpirs û efserên rêjîma hilweşandî hate dan.

Îro 11ê Tebaxê di rûniştina 9emîn a dadgehkirina Atif Necîb de li Dadgeha Tawanan ya 4emîn li Şamê, serokê dadgehê dadwer Fexredîn Eryan biryara bidarvekirina serokê rêjîma hilweşandî Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed, û Atif Necîb, herweha bidarvekirina wezîrê Berevaniyê yê rêjîmê Fehd Casim Firêc û hejmarek berpirs û efserên din da.

Dadgehê diyar kir ku ew berpirs û efserên navên wan di  biryarê de hatî, kuştina bi mebest û tawanên dijî mirovahiyê û hejmarek tawanên din encam dane. 

*Biryara bidarvekirinê van kesan li xwe digire:

-Beşar Esed, serokê Rêjîma hilweşandî. 
-Mahir Esed, birayê Beşar Esed û fermandarê Firqerya 4an a artêşa rêjîmê.
-Atif Necîb, berpirsê berê yê Ewlehiya Siyasî ya rêjîmê li Der'ayê. 
-Fehed Firêc, Wezîrê Berevaniyê yê Rêjîma Esed.  
-Lû'ey Elî Elî, serokê Istixbaratên leşkerî li Der'a û Siwêdayê. 
-Qusey Ibrahîm Meyhûb, efser bû bi pileya emîd di istixbaratên esmanî de. 
-Wefîq Nasir, efser bû di istixbaratên rêjîma Esed û serokê Komîta Ewlekarî li başûrê Sûriyê. 
-Telal Êsemî, fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxwe li Siwêdayê. 
-Mihemed Eymen Eyûş, efser bû di artêşa rêjîma Esed a hilweşandî de.