Hikûmeta Sûriyê: Biryara darvekirina Atif Necîb dadweriyê ji bo qurbaniyan bi cî dike
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta veguhêz a Sûriyê dibêje ku biryara darvekirina Atif Necîb dadweriyê ji bo qurbaniyan bi cî dike û ew ê berdewam bin di sizadana encamderên binpêkirinan dermafê gelê Sûriyê de.
Wezîrê Dadê yê Sûriyê Mezher Weys derbarê biryara darvekirina Atif Necîb da zanîn ku ew siza bi navê tevaya gelê Sûriyê hate dan û tekez dike ku tu kes ser yasayê re nîn e.
Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab jî got ku biryara darvekirina Atif Necîb dadweriyê ji bo qurbaniyan bi cî dike.
Enes Xetab da zanîn jî ku ew ê di dîvçûnê de berdewam bin ji bo girtina encamderên tawanan û dadgehkirina wan.
اليوم، تنتصر العدالة لضحايا الجرائم والانتهاكات التي ارتُكبت بحق السوريين.
— أنس حسان خطاب (@Anas_Khattab_sy) August 11, 2026
مباركٌ للشعب السوري صدور أول أحكام الإعدام بحق مرتكبي هذه الجرائم، في خطوة تاريخية على طريق إنصاف الضحايا ومحاسبة المسؤولين عنها.
ماضون في ملاحقة كل من تورط في هذه الجرائم، حتى ينال جزاءه العادل.
رحم…
Desteya Niştîmanî ya Dadweriya Veguhêz jî di vê derbarê de ragihand ku ew kar li gorî sratejîke giştî dikin ji bo dadgehkirin û sizadana encamderên tawanan.
►Her weha bixwîne.. Biryara bidarvekirina Beşar Esed û hejmarek berpirsên rêjîma hilweşandî hate dan