Amadekariyên rakirina madeyên atomî yên li Sûriyê hatî veşartin têne kirin
Welat TV - Hewlêr
Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî amadekariyan dike ku madeyên atomî yên li Sûriyê hatine veşartin rake, û ev yek li gorî rêkeftinekê di navbera "Emerîka, Hikûmeta Sûriyê û Israîlê" de ye.
Li gorî ku berpirsên Emerîkî û Israîlî ji ajansa "Axios" a Emerîkî re gotiye ku beriya nêzîkî 3 hefteyan rêketinek çêbû da ku madeyên atomî ji cihekî ku bi navê "99" tê naskirin, li Sûriyê werin rakirin.
Got jî ku proseya rakirina madeyan hîn dest pê nekiriye, lê berpirsên Emerîkî pêşbînî dikin ku ew dê di demeke nêzîk de dest pê bikin û beriya dawiya salê dê were temamkirin.
Li gorî jêderan, di nav madeyan de "toza ji pîtandina Uranyûmê û bermahiyên ku ji cihê Kiberê hatine veguhestin hene", û ji bo çêkirina çekên atomî ne guncaw in, lê ji ber metirsiyên Israîlê û piştî mehên danûstandinên nihênî di navbera Washington û Tel Avivê de, rêkeftin li ser rakirina wan madeyan hatiye kirin.