Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê: Vegrea karwanên koçberkiriyan hate rawestandin

Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê: Vegrea karwanên koçberkiriyan hate rawestandin
Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê: Vegrea karwanên koçberkiriyan hate rawestandin

Welat TV - Hewlêr

Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê hemû amadekariyên ji bo şandina karwanên vegerê yên nû bo Serê Kaniyê rawestandin.

Komîta Koçberkiriyên Serê Kaniyê di daxuyaniyekê de got ku malbatên di karwanê yekem de vegeriyayî "rastî destdirêjiyê û gefan hatin û kelûpelên wan hatin wêrankirin".

Da zanîn jî ku malbatên gihiştî bajêr "niha di rewşeke metirsîdar de dijîn û rewşa ewlehî gelekî metirsîdar e û gelek ji wan malbatan li rêyeke ewleh ji bo derketinê ji deverê digerin" û banga destwerdaneke bilez ji bo parastina wan malabtan kir.

Her weha got ku "Hikûmeta Sûriyê û Tîma Serokatiyê û aliyên ewlehî û leşkerî yê hatî raspartin bi parastina kesên vegeriyayî, berpirs in di ber gerentîkirina silametiyê û peydakirina mercên pêwîst de ji bo vegerê.

Komîtê Koçberkiriyên Serê Kaniyê got ku "divê lêkolîneke serbixwe û zelal di destdirêjiyên ku çêbûne de werin vekirin, û divê Hikûmeta Sûriyê û Tîma Serokatiyê û aliyên ewlehiyê hûrgiliyan diyar bikin".

Di dawiya daxuyaniyê de tekez kir ku "doseya Serê Kaniyê, doza vegerê, maf, rûmet û dadmendiyê ye û ne doza alîkarî yan jî rêkarên demkî ye, û veger dê berdewam be ta hemû koçberkirî vegerin cih û warên xwe û mafên wan hemû li wan vegerin û doseya koçberiyê bi temamî bi dawî bibe, û ewlehî û aramî vegere bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wî".