4 kes di ava çemê Feratê de li Dêra Zorê xeniqîn

4 kes di ava çemê Feratê de li Dêra Zorê xeniqîn

Welat TV - Hewlêr

4 kes li deverên cuda li parêzgeha Dêra Zorê di ava çemê Feratê de xeniqîn.

Jêderên xwecihî da zanîn ku îro 4 kes li bajarê Bûkemal, bajarokê Hecîn û gundê Mirê´iyê li rojhilatê Dêra Zorê di ava Feratê de xeniqîn û canên xwe ji dest dan.

Li gorî jêderan, di heyama 24 demjimêran de, 7 kesan di bûyerên binavbûnê de li Dêra Zorê canên xwe ji dest dane.

Bi hatina havînê re, hejmara bûyerên binavbûnê li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê zêde bûne, tê de bi dehan kes bûne qurbanî.