Termê ciwanekî ji çemê Feratê li Dêra Zorê hat derxistin

Termê ciwanekî ji çemê Feratê li Dêra Zorê hat derxistin

Welat TV - Hewlêr

Termê ciwanekî ku di ava Çemê Feratê de li gyndewarê Dêra Zorê xeniqîbû, hate derxistin.

Berevaniya Sivîl îro termê ciwanekî ku li devera Sibêxan li gundewarê bajarê Meyadîn di Feratê de xeniqîbû derxist û radestî kesûkarên wî kir.

Jêderên xwecihî da zanîn ku îro 4 kes li deverên cuda li Dêra Zorê di ava Feratê de xeniqîn û canên xwe ji dest dan.

Li gorî jêderan, di heyama 24 demjimêran de, 7 kesan di bûyerên binavbûnê de li Dêra Zorê canên xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de, berevaniya Sivîl hişyar da ji avjeniyê di bendav, çem û golên avê de û got ku ew metirsîdar in û neguncaw in ji bo avjeniyê.