Hêzên Sûriyê proseyeke leşkerî li gundewarê Qamişlo encam da
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Sûriyê proseyeke leşkerî li gundewarê Qamişlo encam da, di çarçoveya dûvçûnê de li pey encamderên êrîşa li ser xaleke artêşa Sûriyê.
Şeva bûrî hêzên Wezareta Berevaniyê û hêzên ewlehiyê proseyeke ewlehî ya hevbeş li gundewarê Qamişlo encam da.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed da zanîn ku aliyên peywendîdar dê kar li ser eşkerekirina sedemên êrîşê bikin û encamderên wê siza bidin.
Şeva bûrî, Rêveberiya ragihandina leşkerî ya Sûriyê li devera rojhilatî ragihand ku xaleke hêzên wê li gundê Tewîl Herb li gundewarê Qamişlo rastî êrîşekê ji aliyê grûpeke derveyî yasayê ve hat, di wê êrîşê de 2 serbazan canên xwe ji dest dan û 2 birîndar bûn.