Rêveberiya Hec û Umrê rêkarên nû ji mercên pejirandina heciyan ragihandin

Rêveberiya Hec û Umrê rêkarên nû ji mercên pejirandina heciyan ragihandin

Welat TV - Hewlêr 

Rêveberiya Hec û Umrê ya Sûriyê ragihand ku jidaykbûyê sala 1958 û bi jêr de, bo werzê Hecê yê sala 2027an, yekser têne qebûlkirin.

Rêveberiya Hec û Umrê li Wezareta Ewqafa Sûriyê dest bi wegirtina daxwazên tomarkirina yekser bo kesên ku dixwazin biçin Hecê, kir, û ev yek bi tenê ji bo kesên jidayikbûyên sala 1958an û bi jêr de û kesên bi wan re ye, ku wê di cî de werin qebûlkirin.

Li gorî Rêveberiya Hec û Umrê, ji bo temamkirina rêkaran, ew hecî dê 3500 dolarên Emerîkî weke beşê yekem yê têçûnan bidin, û beşê duyem jî dê pişt re were destnîşankirin. Tomarkirina destpêkî ya navan ji bo beşên din ên temenan ku dixwazin herin hecê dê 26ê vê meha Tebaxê dest pê bike û ta 10 Êlûnê berdewam dike.