Zeviyên Fisteq Helebî li Sûriyê piştî salên şer careke din geş dibin
Welat TV - Hewlêr
Piştî salên şer, koçberî û hişkesaliyê, jiyan û berhem vedigere rûberên berfireh ên bi Fisteq Helebî hatî çandin li bakurê Sûriyê.
Se’id Etewî cotkarekî bajarê Xanşêxûn yê gundewarê Idlibê ye ku piştî 10 salan vegeriyaye, dibêje ku berhem îsal lawaz e, û beriya ku fisteq Helebî bigihe me dest bi berhevkirinê kiriye, tevî wê yekê jî em hewl didin daran biparêzin.
Ibrahîm Etewî, endezyarekî çandiniyê li rêveberiya Xanşêxûn e diyar dike ku ta nêzîkî 40 ji sedî ji darên Fisteq Helebî hişk bûne û nemane û sedem, koçberî, şer û desteserkirina rêjma Esed bû, her weha derketina nexweşiyekê di nav daran de bû sedema jinavbirina ne kêmî 30 ta 40 ji sedî ji daran.
*Dîroka berhemê
Dîroka çandina Fisteq Helebî li Sûriyê vedigere bêtirî 1500 salî, û ta beriya sala 2011an Sûriyê di nava 4 dewletên mezin ên berhemanîna Fisteq Helebî de bû, ku bo bazarê Erebî û Ewropî dihate hinartin.
Parêzgehên sereke ku Fisteq Helebî li wan tê çandin, Hema, Heleb û Idlib in, her weha cotkarên Kobaniyê jî guhdanê didin wê berhemê.